XELÎL XEMGÎN- DELAL
Xelîl Xemgîn Official Account Xelîl Xemgîn Official Account
49.9K subscribers
1,532,401 views
5.9K

 Published On Dec 18, 2020

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Verziyonek ji Delalên Edulê bo Derwêşê Evdî!.

DELAL.


Delal...
Heylo lo delal..., lo weylo, loweylo....
xem û xeyala min heylo lo weylo....
Delal. Delalê min delalîne, siwarê hespê kihêlî nêrî kab hişîne,
Telesma ser devê delalê min, simêlên sohrî henabîne bi ser rûyan de, şikestîne.
Hogê binê beriyê, stêrka serê sibê, gelewêja birbangîne, lo wey lo....
Delalo wezo, ya bext reş û ser bi dumane wezo,
ya dewran lê qulibiya ya wezo,
Ya li ebrê Milan, li navbera çît û perdan û stûnê konan de,
bext û miraz lê şikestiya ye wezo,
na weleh, ya li ebra Milan weza ji delalî malê re nemayo weylo..... xem û xeyala siwarê dilê min kanî weylo....



Delalo were mala, wez bi qurbano were mala,
Serê vê sibê ji pêşiya deriyê mala rabûn, sê karên, sê xezala...
Yekê xwe daye pêşiya delalê malê, herdu yên din, jêra hogir û hevale...
Yadê, dikim taştiyekê ji delalî malê re çêkim,
wez dikim berxê berderiyê kozê,

Yek salî, dolê wî beranî, jêre serî jêkim,
di sinîka zîv û zêr de, bi birinca qerejdaxê, rûnê heft hîzan û kûzan, jê re lêkim, lo weylo...
Gava delalî malê qayîl nebe,
wezê sîng û berê ubêda, stuyê gerden û morî û mircanan,
bi zendên gistîr û bazina, bi hemêla qumrîka, jê re bi serda li bakim....


Yadê wez dikim delalî malê li ebra milaniyê bi rêkim.
Wez dikim linga di zengê kim,
Ji kef û nênukên hinekirî, ji bazinên zenda rihînekê di binê beriyê kim.
Dikim delalî xwe berdim:
Li xêma binê berriyê, li deşta dûze
Li kendalên xûze...
Li girê Qermîtê,
Li binê Mêrdînê,
li qûça neyaran
Li erdekî bê pîvane,
li kişandina şûr û mertalan,
li qulibandina çeplên xweşmêra..
Li gurmîn û reqe reqa ewran,
li şerekî mezin û girane.
Wey xwidêyo, bavê min xêr û xweşiyê ji xwe nebînê,
ev çi dîn û çi wijdane,
Delalê malê,
Bi tenha li hember hezar û heftsed siwarê Gêsan û Tirkan,
Di şer û cenga girane...
Lo weylo... xem û xelaya siwarê min kanî delal.

Gotin û awaz: gelêrî.
Berhevkirin: Xelîl Xemgîn


Hesabên min ên fermî evin./ Follow Xelil Xemgin on his social media accounts:

Instagramm:   / x_xemgin  
Facebook:   / xelilxemgino.  .
Twitter:   / x_xemgin  

#xelilxemgin #name #delal

show more

Share/Embed