Published On Apr 16, 2023
دواى لهدهستوپێ كهوتنى رژێمى بهعس، ههروهك شێركۆ بێكهس، شاعیرى نێودارى كورد گوتى "ههڵهبجه دهچێ بۆ بهغدا"، بهڵام ههڵهبجهییهكان بۆ ئهوه چوون جله خوێناوییهكانیان پیشانى دادگا بدهن، بۆ ئەوەی قوربانى به برینهكانییهوه و به سییه رزیوهكانییهوه بڵێ، ئهوه ئاسهوارى چهقۆكانته بهسهر دڵمهوه و من هێشتا بۆنى خهردهلم لێدێ.
هێشتا چیرۆكى نهبیستراوی دیكهش ههن، چونكه نهك تهنیا قوربانییهكان، ئهو رۆژانه ههڵهبجهییهكان بۆخۆشیان دادوهر بوون و قهڵهمێكى ههڵهبجهیی، دواى جلوبهرگه خوێناوییهكان گهڕایهوه و واژۆی كۆتایی ئهو پیاوهى لهگهڵ خۆى هێنایهوه كه له ئاسمانهوه دڵڕهقى خۆى بهسهر ژیانى ئهو شارهدا وهراند و پێنج ههزار كهسى خنكاند.
لهگهڵ ئاسۆ سۆفى، چووینهوه بۆ بهغدا، بۆ نێو ئهو دادگایهى كه رۆژانێك عهلى حهسهن مهجید، لهوێ جگه له بێدهسهڵاتترین مرۆڤى زمانشكاو، هیچى دیكه نهبوو. پیاوێك ههمیشه دهترسا له سووچێكهوه سكاڵاى قوربانییهكى لێدهربكهوێ و هاوار بكات بهسهریدا و پێی بڵێ بۆ واتكرد؟
لهو بەڵگەفیلمەدا، كه نهوزاد مهحموود رۆژنامهنووسى تۆڕى میدیایى رووداو ئامادهیكردووه به هاوكارى وێنهگر ههرێم بورهان و كارمهندى رووناكى ههكار عومهر و مۆنتێر پشتیوان محهممهد، وردهكاریی شیوازى دادگاییكردن و ئهو چیرۆكانه دهگێڕێتهوه، سهددام حوسێن و هاوكارانى له 35 ساڵى دهسهڵاتدارێتیدا، دژى گهلى كورد و نهتهوهكانى دیكهى عێراق ئهنجامیاندا.
بەرهەمی ساڵی 2017
Piştî rûxana rejîma Baasê, herwekî ku helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes got "Helebce diçe Bexdayê", lê xelkê Helebce çûn da cil û bergên xwe yên bixwîn nîşanî dadgehê bidin, da qurbanî bi birînên xwe û bi pişikên xwe yên rizyayî bibêje, va şûna kêrên te li ser dilkê min e û hîna bêhna xerdelê ji min difûre.
Hîna çîrokên nebihîstî yên dî jî hene. Çunke ne bi tenê qurbanî, wan rojan helebceyî bi xwe jî dadger bûn û pênûseke helebceyî, piştî cil û kincên wan ên bixwîn vegeriya û îmzeya dawî ya wî mêrikî bi xwe ra anî ku ji ezmên kîndarî û hêrsa xwe li ser jiyana wî bajêrî rijand û pênc hezar kes xeniqand.
Em tevî Aso Sofî çûn Bexdayê. Em çûn dadgeha ku heyamekê Elî Hesen Mecîd li wir ji xeynî bêdesthilattirîn peyayê zimanşikestî ne tiştekê din bû. Mêrikekê ku hertim ditirsiya ji qorziyekê gilîyê qurbaniyekî lê bide der û bi ser wî de biqîre û jê re bibêje te çima wer kir?
Di vê belgefîlmê de ku rojnamevanê Tora Medyayî ya Rûdawê Newzad Mehmûd amade kiriye, bi hevkariya wênegir Herêm Burhan û karmendê ronahiyê Hekar Omer û montêr Piştîwan Mihemed, hûrguliyên şêwaza dadgehkirin û wan çîrokan vedibêje ku Sedam Hisên û hevkarên xwe di heyama 35 salên desthilatdariya xwe de, dijî gelê Kurd û neteweyên din ên Iraqê pêk anîn.